Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

Siyasetmedar û aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat diyar kir ku jin divê bibin subjeya pêvajoya aştî û civaka demokratîk û got, ji bo vê jî ji dervey meclîsê komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo çavdêrkirina pêvajoyê pêwîst e.

PÊVAJOYA AŞTIYÊ

Tê payîn ku têkildarî çareseriya meseleya Kurd di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de çarçoveya qanûnê were derxistin. Desthilatdarî her carê hêviya aştiyê bi manevrayên mijûlkirinê, lewaz dike û ev yek di heman demê de pêşî li civakîbûna pêvajoyê digire. Siyasetmedar û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji bo civakîbûna pêvajoyê jin girîng in.

Siyasetmedara Kurd Ayla Akat a ku di dema 2011-2015’an de li Meclîsê hem parlamenteriya BDP’ê hem jî ya HDP’ê kir û ji ber Doza Kûmpasê ya Kobanê nêzî 8 salan li hepsê hate girtin, di destpêka axaftina xwe de pêvajoyên çareseriyê yên berê û pêvajoya niha ya aştî û civaka demokratîk nirxand.

Ayla Akat di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de di Heyeta Îmraliyê de cih girt. Ayla bi bîr xist ku di dema desthilatdariya AKP’ê de pêvajoyên 2009 û 2013-2015’an qewimîne û her du pêvajo jî bi ser neketin û got, aştiyeke pozîtîf pêk nehat. Ayla Akat diyar kir ku ferqa herî mezin a navbera pêvajoyên berê û ya îro ew e ku vê carê MHP di pêvajoyê de cih digire û got, “Ji meha borî û vir ve digotin wê gav were avêtin. Civîna Bilind a NATO’yê ket navberê. Niha têkildarî çarçoveya qanûneke nû hin hevdîtin tên kirin. Lewma dema em li pêvajoyên borî û ya îro dinêrin, ferqa herî girîng vê carê desteka pozîtîf a MHP’ê ya ji bo vê pêvajoyê ye.”

Ayla Akat destnîşan kir ku polîtîkaya mijûlkirinê di aliyê nerênî de bandorê li pêvajoyê dike û bilêv kir ku operasyonên li dijî muxalefeta sereke bi rengekî xwezayî pirsan di serê mirovan de çêdike. Ayla Akat anî ziman ku ev pratîka desthilatdariyê kesên dixwazin tevkariyê li pêvajoyê bikin, dide sekinandin.

Ayla Akat ragihand ku jin ji bo pêşxistina polîtîkayên ji aştiyê re rû bi rûyê berpirsyariyê ne û got, “Li welêt rastiya siyasî ya di şert û mercên heyî de çi dibe bila ew be, em jin divê mekanîzmayên ji bo rêxistinkirina vê aştiyê ava bikin. Em dikarin komîsyoneke jinan a ji bo çavdêrkirin û şopandina vê pêvajoyê, ava bikin. Pêvajo dem bi dem bi tecrîda li ser muxatabê sereke Birêz Ocalan, hêdî tê xistin. Em jin bi komîsyona şopandinê dikarin vê yekê bi eşkere lêpirsîn bikin. Ev komîsyona şopandinê dikare ji meclîsê serbixwe were avakirin. Jin divê di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bibin subje. Pêvajo bi vî rengî dikare civakî bibe.”

Ayla Akat diyar kir ku di pêvajoyên berê de mixabin tecrûbeyên xirab çêbûn û got, “Mesele Akademîsyenên Aştiyê rû bi rûyê polîtîkayên zext û bêdengkirinê man. Lewma tu bixwazî nexwazî tirs û fikarek heye. Mirov nabêjin em di pêvajoyeke wiha de cih nagirin. Lê dibêjin, divê zemînekî hiqûqî hebe.”